Erdogan: Eşkere ye ku Amerika dijî me xwedî planekê ye!

Erdogan diyarkir ku: Dixwazin projeya xwe ya li Iraqê û Suriye derbasî jiyanê bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan di civîna gruba meclisê ya AK Partî de, dîsa berê tîrên rexneyên xwe  dan Amerikayê.

Erdogan diyarkir ku: “Doza ku li Amerika tê birêvebirin (doza dijî Riza Sarraf) ne dozek hiquqî / yasayî, dozek siyasî dijî Tirkiye ye. Bi kevirekî dixwazin gelek çûkan bikûjin. Dixwazin projeya xwe ya li Iraqê û Suriye derbasî jiyanê bikin. Ev doz, doza beşek ji desthilata îro ya Amerika ye.

Di nav NATO de Tirkiye tenha dewlet e ku lidij DAIŞ şer dike.

Trump nabe Qudisê wekî paytexta Israilê nas bike, ev xeta me ya sor e! Pêwendiyên me ligel Israilê jî dikarin qut bibin. Hûn nikarin gavek weha bavêjin. Ger hûn bavêjin, em dê li Stenbolê civîna hevkariya Islamî pêkbîn in”.