Komeleyek Tirk McGurk da dadgehê: Wî bigrin!

Komeleya Dadweriya Civatî û Alîkariyê (TAYDER) li bajarê Izmirê yê Tirkiyê, serî li Dozgeriya Komarî ya Izmirê da û giliyê Brett McGurk – Nûnerê taybet û Serokê Amerikayê di şerê dijî DAIŞê de kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komeleya Dadweriya Civatî û Alîkariyê (TAYDER) li bajarê Izmirê yê Tirkiyê, serî li Dozgeriya Komarî ya Izmirê da û giliyê Brett McGurk – Nûnerê taybet ê Serokê Amerikayê di şerê dijî DAIŞê de kir. Di giliyê de tê xwestin biryara girtina Brett McGurk bê derxistin.

Egera giliyê Komeleya TAYDER daxûyaniyên berdevkê berê yê HSD Telal Silo ne, ku di hevpeyvîna xwe ligel Ajansa Anadolu de behsa pirçekkirina HSD ji alî Amerika ve kiribû û nave li pişt van alîkariyan jî Brett McGurk destnîşan kiribû.

Di gilînameyê de tê nivîsandin ku, McGurk di xeta sînorî ya Tirkiye de ligel hêzên terorê hevkariyê dike. Ev yek jî ewleyiya Tirkiye dixe bin metirsiyê de.

Herweha çendîn yasa tên bibîranîn ku, bi alîkariya piştgiriya terorê û peydakirina metirsiyê liser ewleyiya Tirkiyê Brett McGurk bê girtin.