Riyad: Pêwendiyên me yên diplomasî ligel Israilê nî nin, lê nexşerêya me heye

Cûbeyr“baweriya me heye ku desthilata Trump di proseya pêkanîna aştiyekê di navbeyna Ereb û Israiliyan de ciddî ye”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Adel el-Cûbeyr diyarkir ku, ger liser rewşa Israil-Filistinê rêkeftinek rû bide, nexşerêya wan jî ji bo danîna pêwendiyên diplomasiyê ligel Israilê heye.

Cûbeyr di hevpeyvîna xwe ligel kenala telewizyonî ya Fransî France24 de da xûyakirin ku, herçend metirsî û gefên Îranê liser Israil û Erebistana Siûdî hebin jî, heta niha pêwendiyek diplomasiyê ligel Israilê nedanîn e.

Herweha pesnê siyaseta Serokê Amerikayê Donald Trump da û da nîşandan ku “baweriya me heye ku desthilata Trump di proseya pêkanîna aştiyekê di navbeyna Ereb û Israiliyan de ciddî ye”.