Dadgeha Tirkiyê biryara bê tawaniya Leyla Zana da

Dadgeha Diyarbekirê: Ti belgeyek berdest tine ku rastiya rûbrûbûna Zana li gel polîsan îsbat bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemantara HDP ya bajarê Agirî Leyla Zana bi tohmeta propagendeyê ji bo terorê dihat dadgehkirin, û hatibû xwestin ku 10 sal zindankirin lê were birrîn.

Di doza dijî Zana de, ku ji sala 2012an ve hatibû amadekirin, hatiye gotin ku zana di sala 2011 an de beşdarî merasîma veşartina 9 terman kiriye û axaftin ji bo ragihandinê kirye.

Herweha di wê dozê de tê gotin, di demê destêwerdana çalakiyê de ji aliyê polîsan ve, Leyla Zana li hemberî wan rawestiyaye.

Lê dadgeha Diyarbekirê ragihand, rast e Zana û hevalên xwe wê demê çalakî encam dane, lê ti belgeyek berdest tine ku rastiya rûbrûbûna Zana li gel polîsan îsbat bike.