Li Kerkûkê êrîşî ser baregehên Cebhe û Heşda Turkmanî hat kirin
Malperên Iraqî belav kirine, ku ziyanên canî li milîsên Heşdê û hêzên emnî bûne.
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûçegihanê Kurdistan24ê, ragihand şevê din hejmarek çekdar, ku heya niha nasnameyan wan nehatiye naskirin, êrîşî ser baregehên Heşda Turkmanî û Cebheya Turkmanî kirin.
Li gorî zanyariyan, hêzên nehiştina terorê rastî wan çekdaran hat.
Nûçegihanê Kurdistan24ê zelal kir ku, li taxên Barûtxane, Musella û li rêbenda Leylan şer û pevçûn qewimîn.
Herweha Nûçegihanê Kurdistan24ê diyar kir, ku li taxa Musella bi bombeyên destan (Narincok) êrîşî baregeheke Heşd û Cebheya Turkmanî hat kirin û li taxa Barûtxane jî êrîşî mefrezeyeke hêzên emnî hat kirin.
Malperên Iraqî belav kirine, ku ziyanên canî li milîsên Heşdê û hêzên emnî bûne.