Perlemana Kurdistanê hejmareke pirsan gotûbêj dike
Di civîna îro de, wê şûngirê serokê firakisyona Tevgera Islamî Şiwan Qeladizeyî sûnda yasayî bixwe.
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, îro Perlemana Kurdistan ji bogotûbêjkirina çend pirsan dicive.
Nûçegihanê Kurdistan24ê diyar kir, ku di civîna îro de, wê Perlemana Kurdistanê gotûbêjan li ser pirojeyasaya lêbûdrîna giştî û dike û çend pirojebiryarên din jî wê bêne gotûbêjkirin.
Herweha Nûçegihanê Kurdistan24ê behsa wê yekê jî kir, ku di civîna îro de, wê şûngirê serokê firakisyona Tevgera Islamî Şiwan Qeladizeyî sûnda yasayî bixwe.