Baydemîr: Heger Felestîn dagîrkirî ye, gelo rewşa Kurdistan çawa ye?

Baydemîr: Ji AKPê re ne kêşe ye serkirdeyên Kurd bên zindanîkirin û dest li ser 96 şaredariyan daniye, ev bi xwe jî dagîrkarî ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemanterê HDP Osman Baydemîr got: "Heger Fellestîn hatiye dagîrkirin û gelê wê di bin setemkariyê de ye, ma gelo rewşa Kurdistanê çi ye? Ma Kurdistan jî ne di bin setemkariyê de ye, ma gelê Kurd ne di bin setemkariyê de ye? Niha li bajarê Bedîlsê kîjan şaredar heye ne zindanê de ye, ey AKPê ma ev jî ne dagîrkerî ye?".

Baydemîr berê xwe dide AKPê û dibêje: "Ji we re ne kêşe ye serkirdeyên Kurd bên zindanîkirin û we dest li ser 96 şaredariyan daniye, ev bi xwe jî dagîrkarî ye".

Ev daxuyaniyên Baydemîr piştî wê yekê tê ku di çend rojên derbasbûyî de serokê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan, dilgiraniya xwe beramberî biryara Serokê Amerîka ya derbarê Orşelîmê dabû xuyakirin û nasandina wî bajarî wek paytexta Israîlê wek dagîrkirina Felestînê binav kiribû.