Erdogan: Emê Efrîn, Qamişlo û Kobanê ji terorîstan paqij bikin

Erdogan: Beşek ji hêzan dixwazin vê cugrafiya me bi sînaryoyên cuda biguherînin, çend welatên navçeyê jî piştevaniya wan dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan dibêje, ew rê nadin hêlînên terorê li sînorên wan bên çêkirin û ewê Efrîn, Qamişlo, Kobanê û minbic ji wan paqij bikin .

Recep Tayip Erdogan, di dema beşdariya wî di merasîma vekirina hin pirojeyan de li bajarê Kareman li navenda parêzgeha Mereş gotinek da û têde got: "Beşek ji hêzan dixwazin vê cugrafiya me bi sînaryoyên cuda biguherînin, çend welatên navçeyê jî piştevaniya wan dikin "Rêxistinên terorîstî" yên bê sinc û xwînewî amêrên lîstika parçekirinê ne. Me ev lîstik dît û emê gavên pêwîst ji bo têkdana wê lîstikê bavêjin".

Li ser pêşhatên navçeyê Erdogan got: "Hemû bûyerên li navçeyê çêdibin bihev re girêdayî ne û ji hev cuda nabin, armanca komkujiya mirovî û şaristanî li Sûrya û berdewamiya stemkariyê li Qudsê yek tişt e. Kirîzên Iraq, Yemen û Kendava Erebî di çarçoveya heman pirojeyê de ne".