Xwepêşandan bi navê mûçe dest pê kir, bi êrîşkirina li ser baregehên PDKê bidawî dibe

Li parêzgeha Silêmaniyê û çend bajarokan xwepêşandan di bin navê “Daxwaza mûçe û başkirina rewşa xirab ya welatiyan” dest pê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li parêzgeha Silêmaniyê û çend bajarokan xwepêşandan di bin navê “Daxwaza mûçe û başkirina rewşa xirab ya welatiyan” dest pê kir.

Îro bi destpêkirina xwepêşandanan re, şanda bilind a Tevgera Goranê û Komela Îslamî civiyan û piştî civînê daxuyaniyek hevbeş ji raya giştî re belav kirin û tê de piştevaniya xwe ji daxwazên xwepêşanderan re dupat kirin.

Berê, hejmarek ji berpirsên Goran û YNKê gotarên tund û dijayetiya li hember PDKê dabûn û daxwaza xwepêşandanan kirin, Lahor Şêx Cengî û Yûsif Mihemed ji wan berpirsan bûn ku daxwaza ji xelkê kirin xwepêşandanan bikin û bi tundî axivîbûn.

Berê jî gelek xwepêşandan li wan navçeyan bûbûn, lê vê carê beşek ji xwepêşanderan berên xwe dan baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgehên Silêmanî û Helebce û devera Germiyanê.

Her îro jî, alozî di navebera di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê derket û li çend navçeyên Silêmanî, Pîremegrûn, Çemçemal, Seyid Sadiq hewla êrîşa li ser baregehên PDKê hatin kirin.

Ev xwepêşandan di demekê de ne, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di qonaxeke dijwar re derbas dibe û ji 3ê salan ve ye hikûmeta Iraqê budceya Herêma Kurdistanê mûçeyên karmendên herêmê biriye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî bûyerên 16ê Cotmehê rojane ji 550 ta 600 hezar bermîl petrol hinardeyî derve dikir û ji dahata wê mûçeyên karmendan dida.

Lê piştî dagîrkirina Kerkûkê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê rojane 270 hezar bermîl derbas nake, ev jî bandoreke nerênî li ser dahatiya Herêma Kurdistanê dike.