HSD: Esed bixwe derî li pêş gûrpên terorist vekir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiva Serokê Sûriyê Beşar Esed dide û dibêje, rêjîma Esed bixwe derî li pêş gûrên terorist vekir ku derbasî Sûriyê bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiva Serokê Sûriyê Beşar Esed dide û dibêje, rêjîma Esed bixwe derî li pêş gûrên terorist vekir ku derbasî Sûriyê bibin.

Fermandariya Giştî ya HSDê daxuyaniyek li ser rûpela xwe Facebookê belav kir û tê de gotinên Serokê Sûriyê Beşar Esed red kir û ragihand, “Em ji van daxuyaniyê matmayî neman, ji ber ku gelê me bi hemû pêkhateyên xwe li dijî rêjîma wî ya zordar û stemkar serî hilda û hemû dezgehên wê yên ewlehî û leşkeriyê dûr xistin.”

Serokê Sûriyê Beşar Esed îro şervanên Kurd YPG û HSDê yên bi piştevaniya Amerîka rûbereke berfereh li bakur û rojhilatê Sûriyê ji destê DAIŞê kontol kirine bi xiyanetiyê tometbar kir.

Fermandariya Giştî ya HSDê tekezî li ser wê yekê kir, HSDê wek artêşeke niştimanî şerê terorê li hemû meydanan dike.

HSD Beşar Esed bi vekirina deriyên Sûriyê li pêş grûpên terorist tometbar kir û got: “Em wek HSD berdewam in di şerê terorê de. Beşar Esed û rêjîma wê jî dawî kes in ku li ser xiyanetiyê biaxivin. Ji ber ku ew berpirsê sereke ne, ku grûpên taifger Sûriyê têk bidin û wê bixwe derî li pêş gûrên terorist vekir ku derbas bibin. Herwiha deriyên zîndana ji kesên terorist re vekir, da ku xwîna Sûriyan bi hemû pêhatiyên wê birjînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de HSD tekeziyê li ser yekperçeyîya Sûriyê dike û radigihîne: “Ev rêjîm bixwe li ser têla taifiyet û netewperestiyê dilîze, ev bixwe danasîna îxanetiyê ye. Heger Sûrî li hember wê plane ranewestin dê welat perçe bibe. Hêzên me jî bi ti awayî rê nade ku ev yek bibe.”