Rola jinê di çêkirina biryarên ENKSê de lawaz e

Bi guhertinên komîteyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), jinên di Emîndariya Giştî ya ENKSê de dibînin ku rola jinê di çêkirina biryarên encûmenê de lawaz e.

 

K24 – Qamişlo

Bi guhertinên komîteyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), jinên di Emîndariya Giştî ya ENKSê de dibînin ku rola jinê di çêkirina biryarên encûmenê de lawaz e. 

ENKSê hin guhertin di nava komîteyên xwe de çê kirin û hin komît jî rawestandin. Endamê Emîndariya Giştî ji kota ciwanan dide zanîn, rêjeya ciwana di hundirê ENKSê de baş e, lê pêwist e rola wan bi hêztir bibe û ev yek ji ciwanan bixwe tê xwestin ku çalak bibin. 

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê ji kota ciwanan Şivan Ibrahîm ji K24ê re got: “Ya girîng ciwan bi xwe tiştekî baş bike, ya din jî pêwîst e taybetmendiyeke nêrîna ciwanan hebe, cihê şanaziyê ye ku desteyek ji 5 kesan hate damezrandin, lê di baweriya me de pêwîst bû ciwanek, jinek û kesekî serbixwe di nava wan de hebana. Di rojên bê de guhartinên berfereh li Rojavayê Kurdistanê dê çê bibin, gerek e hemû jê re amade bin, bingeha wê guhartinê jî dê ciwan bin.”

Ji aliyê xwe ve, jinên di Emîndariya Giştî ya ENKSê de dibînin ku rola jinê di çêkirina biryarên ENKSê de û bi taybetî di biryarên siyasî de lawaz e. Endama Emîndariya Giştî ji kota jinan Ariya Cuma dibêje, damezrandina deste û komîteyên Encumenê hîn bi dawî nebûne, loma eger e hejmara nûnertiya jinê zêde bibe.

Ariya Cuma dibêje: “Em dibînin ku jin dê bêhti di wan ofîsan de kar bikin. Niha nêrîna wan hatine guhartin, ku berê nivîsgeha serokatiyê hebû û niha komîteyên Encumenê hîn bi dawî nebûne. Wê demê emê bizanin ku jin tê de amade bin, yan di şaxên wê de amade bin. Hîn civînên din bi me gerek in heta ku em karibin hebûna jinê tê de bikin.”

Di guhertinên nû yên ENKSê de, serokatî û hin komîteyên ENKSê hatin guhertin û komîteyeke serokatiyê ji 5 kesan hate damezrandin. Herwiha pêşbîn e guhertinên nû di karê siyasî û diplomasî de jî çê bibin.