Şer di navbera Pêşmerge û DAIŞê de derket

Şer di navbera hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û paşmayên çekdarên DAIŞê li eniya Mexmûrê derket û ziyaneke mezin gihêşt çekdarên DAIŞê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şer di navbera hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û paşmayên çekdarên DAIŞê li eniya Mexmûrê derket û ziyaneke mezin gihêşt çekdarên DAIŞê.

Berpirsê Eniya Mexmûr-Guwêrê ya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê Sîrwan Barzanî ji K24ê re ragihand, îro sêşemê (19.12.2017) li Çiyayê Qerecoxê di navbera hêzên Pêşmerge û hejmarek ji paşmayên çekdarên DAIŞê şer derket û di encamê de ziyaneke mezin gihêşt wan çekdaran.

Herwiha got: “Ziyana çekdarên DAIŞê gelek bû û termê çekdaran jî ketine destê Pêşmerge.”

Ji zêdetirî 3 salên bûrî ve, eniya Mexmûrê yek ji eniyên germ ên şerê li dijî DAIŞê bû, dema çekdarên DAIŞê cara yekem êrîşî ser Kurdistanê kirin, li wê eniyê hatin şikandin.