PSK: daxwaza aramî û hişyariyê ji xwepêşandaran dike

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK daxwaz ji xwepêşanderan dike - aram û li serxwe bin, bi hişyarî tevbigerin, da ku rewş aloztir nebe û destkevtên netewî nekevin bin metirsiyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) derbarê xwepêşandanên li hin deverê başûrê Kurdistanê daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir, ji xwepêşandaran xwest hişyar bin û ji tundûtujiyê dûr bin. Kopyeyek ji daxûyaniyê bo K24 hate rêkirin, ku ev jî naveroka wê ye:

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK daxwaz ji xwepêşanderan dike - aram û li serxwe bin, bi hişyarî tevbigerin, da ku rewş aloztir nebe û destkevtên netewî nekevin bin metirsiyê

Xwepeşandan li hinek bajer û bajerokên Kurdistana Başurê berdewam e.

Mixabin di van xwepêşandanan da hinek avahiyên dewletî û partiyên siyasî hatine şewitandin.

Bê guman xwepêşandan li dijî hinek pirsgirêkên çivakî, siyasî û aborî mafekî rewa ye.

Lê belê bi kar anina tund û tijiyê, ruxandin û şewitandina avahiyan ji aliyê xwepêşanderan ne tenê mafek nîne, her usa zirar dide daxwazên rewa.

Tund û tijiyê pirsgirêkan çareser nake, berovajiyê aloztir dike û dibe sedema vê yêkê, ku dewletên nehezên Kurd yên navçeyê destê xwe dirêjê kar û barên navxweyî bikin.

Tund û tijiyê her usa deskevtên netewî, yên ku berhema xwîna şehîdan û xebata bi salan e, dixe metirsiyê.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK daxwaz ji xwepêşanderan dike aram û li serxwe bin, bi hişyarî tevbigerin, daku rewş aloztir nebe û destkevtên netewî nekevin bin metirsiyê.

PSK, daxwaz ji hêzên asayişa Herêma Kurdistanê dike, ku li ser halwesta xwe ya nerm û aramîbehş berdewam be.

PSK ji hemu hêzên siyasî yên Kurdistana Başur daxwaz dike, bona çareser kirina pirsên navxweyî û parastina destkevtên netewî destê xwe bidine hevdu û nehelin xernexwazên Kurdistanê destê xwe dirêjî kar û barên wan bike.

19.12.2017

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK