Kiliçdaroglu: Erdogan û Soylu gefan li min dixwin
Serokê Giştî yê CHPê dibêje, desthilata Tirkiyê bi zext û zordariyan dixwaze wan bêdeng bike, lê heta ku nemrin bêdeng nabin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Giştî yê CHPê dibêje, desthilata Tirkiyê bi zext û zordariyan dixwaze wan bêdeng bike, lê heta ku nemrin bêdeng nabin.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu beşdarî kongreya partiya xwe ya bajarê Eskîşehîrê bû û da zanîn, Wezîrê Navxweyî Silêman Soylu û Serokomar bi awayek aşkere gef li wî dixwin û da zanîn, ti kes nikare wî bêdeng bike.
Da zanîn, di doza Reza Zerab de parêzerên Halkbankê jî qebûl kirine sê wezîr û birêveberê Halkbankê bertîl wergirtine, lê derbarê wan de li Tirkiyê ti doz nayin vekirin, ku ev jî gunehbariya hikûmetê nîşan dide.
Da xuyakirin, diçin girava MANê kompaniyan dirust dikin, bo bacê nedin hemû dek û dolaban dizivrînin û bi gef û tirsandinê dixwazin wî bêdeng bikin. Da xuyakirin, tu kes nikare wî bêdeng bike. Lê dema bimre bêdeng dibe.