Pêwendiyên Enqere û Şamê "Dijminê duh dostê îro ye"

Di Têkiliyên Enqere û Şamê de ku ev 6 sal in bi temam têk çûbûn nîşaneyên başbûnê diyar dibin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/52794aaa-e5ae-4aae-bb56-af1a8298aee9/122317RSQ.ism/manifest

K24 – Enqere

Di Têkiliyên Enqere û Şamê de ku ev 6 sal in bi temam têk çûbûn nîşaneyên başbûnê diyar dibin. Esad bi daxuyaniya ku gotibû PYD “xayîn” e bersiv da peyamên Tirkiyê yên erênî.  Li gorî Pisporên Tirkiyê nabe suprîz ku demek nêz de Enqere û Şam hevdîtinan pêk bînin û dibêjin ev yek dide xuyakirin ku di têkîliyên navneteweyî de dost û dijman har gav diguhere.

Heta 7-8 sal berê niha navbera wan gelek xweş bû. Li cîhanê serokên herî nêzîkî hev dihatin nîşandan. Piştre bûn dijmin. 6 sale gotinek nemaye ku ji hev du re nebêjin. Du serokên dijmin ên kindar ên li cîhanê niha carek din nêzîkê hev dibin. Ev her du serokên ku em behs dikin Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê dewleta Sûriyê Esad e.

Li gorî pispora ev guherîn bi awayekî eşkere nîşan dide ku li Rojhilata Navîn dost û dijmin her gav tên guherîn.

Akademîsyen Doç. Dr. Huseyîn Şeyhanlioglu ji K24ê re got: "Niha îro tu şeş salan şûn ve binêrê tu rewşê mize bike, di Rojhilata Navîn de di Sûriyê de hemû quwet hat guherandin. Mesela wê çaxê Esad û Tirkiye Dijminê hevdu bûn îro Esad û Tirkiye nêzîkê hevdu bûn. Rusya û Tirkiye dijminê hev bûn Amerîka û Tirkuye dostê hev bûn niha ev jî hatiye guherîn. Tirkiyê îmaja gefa li ser xwe guhet got eger kî sûriye bibe çar parçe û din ava perçeya mezin de destê PYD, PKK, YPG û destê kurdan bikeve ev ji min re gef e."

Di navbera Enqere û Şamê de ev demeke nîşaneyên başbûna pêwendiyan hebûn û çend roj berê daxuyaniya Esad ku gotibû PYD “xayîn” e ev nêzîkbûna her du welatan bileztir kir.

Bi boçûna çend pisporan jî di demek nêz de di navbera Enqere û Şamê de hevdîtin wê dest pê bikin.

Serokê KAFKASAMê Hasan Oktay dibêje: "Daxuyaniya Esad ya dawî a derbarê PYD û YPG de ji bo destpêka têkiliyên dualî û hevdîtinan nîşaneyek erênî bû. Beriya serdana Soçiyê hevdîtin jixwe di asteke kêm de destpêkiribûn û ez di wê baweriye de me ku di rojên pêş de her du şandeyên ku tên îdîakirin wê bi Esad re hevdîtînekê pêk bînin. Helbet Esad jî dixwaze ev têkilî baş bibin. Li herêmê hebûna YPG/PYDya ku Amerîka piştevaniyê didiye, ji bo Esad jî ji bo Tirkiyê jî gef e."

Dema 2011an de şerê Sûriyê yê navxweyî destpêkir, Tirkiye, Emerîka û Erebîstana Siûdî di heman eniyê de bûn û vê eniyê piştgiriya hêzên opozisyonê dikir. Di eniya din de jî Rûsya û Îran hebûn û ev jî li aliyê Esad bûn. Niha dîsa her dû enî hene lê belê hindek aktorên van eniyan cih guhertin. Li gorî pisporan jî ev yek dide xuyakirin ku di têkiliyên navneteweyî de heta heta tu kes wek dost û dijminên hev namînin.