Sudan girava Sewakinê radestî Tirkiyê
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dibêje: “Me girava Sewakin ji Sudanê daxwaz kir û Serokê Sudanê razî bû ku wê grave bide me.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dibêje: “Me girava Sewakin ji Sudanê daxwaz kir û Serokê Sudanê razî bû ku wê grave bide me.”
Li gor “AFP” Erdogan li pêş civîna Aborî ya di navbera bazirganên Tirkiyê û Sudanê de got. “Me daxwaza girava Sewakin ji bo demeke diyarkirî kir, ji bo karê jinûveavakirinê tê de bikin û Serok Beşîr erê kir.” Bêyî ku dem bê aşkerekirin.
Serokomarê Tirkiyê û Serokê Sudanê îro serdana girava Sewakinê kirin, ku kompanya “TIKA” a Tirkî karên jinûveavakirina şûnwarên ji serdema Osmaniyan tê de dike. Herwiha serdana avahiya gumrikê, mizgefta Henefî û mizgefta Şafiî yên dîrokî kirin.
Girava Sewakin rûbera wê nêzîkî 20 K.M çargoşe ye, girîngiyeke wê ya taybet di serdema Osmaniyan de hebû, ku di salên di navbera 1821 – 1885an de navenda karên wê yên deryayî bû.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bi serokatiya şandekê ji wezîr û bazirganan roja 24ê vê mehê serdanekê Sudanê kir û 12 rêkeftinên di warên hevkariya leşkerî, aborî û çandinê de bi Sudanê re îmze kirin.