Almanya bijardeyên derveyî endamtiya YE dide pêş Tirkiyê
Sigmar Gabriel got ku, ew bawer nake Tirkiye di salên pêş me de dikare bibe endam di Yekîtiya Ewrûpa de
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Almanyayê ji grûba medyayî ya Funke re diyarkir ku, bijardeyên din ên derveyî endamtiya Yekîtiya Ewrûpa dixwazin bidin pêş Tirkiyê. Wekî nimûne jî, pêwendiyên xûrttir ên Gumrikê destnîşan kir.
Sigmar Gabriel got ku, ew bawer nake Tirkiye di salên pêş me de dikare bibe endam di Yekîtiya Ewrûpa de, ji bo vê bijardeyên karên hevbeş ê nêzîk dikarin rêyek baştir bin.