Amerîka li Sûriyê dimîne
Lêkolîner û şaraze di Navenda Ewlehiya Amerîkaya ya Nû li Washingtonê Nicholas A. Heras mana hêzên Amerîka li Sûriyê tekez dike û dibêje, ta bi tevahî pirsgirêkên Sûriyê yekalî dibin, hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin, ta ji piştî nemana DAIŞê jî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Lêkolîner û şaraze di Navenda Ewlehiya Amerîkaya ya Nû li Washingtonê Nicholas A. Heras mana hêzên Amerîka li Sûriyê tekez dike û dibêje, ta bi tevahî pirsgirêkên Sûriyê yekalî dibin, hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin, ta ji piştî nemana DAIŞê jî.
Tevî milmilaneya di navbera Rûsya û Amerîka li meydana Sûriyê de, pispor û şîrovekarên siyasî li Washingtonê hevnêrîn in ku di dawiyê de her du hêz û bingehên leşkerî yên her du welatên bihêz ta demeke ne diyarkirî li ser xaka Sûriyê dimînin.
Dîplomatkarê berê di Wezareta Bergîrî û Derve ya Amerîka de Lincoln P. Bloomfield ji K24ê re got: “Divê hêzên me li cihên xwe bimînin, ta çareseriya rewşa hikumraniyê û mafên welatiyên Sûriyê yekalî dibin. Divê em di siyaseta xwe de berdewam bin, ta pirsgirêkên aloz wek dûrxistina Beşar Esed û nehêştina rola û ecindeyên Rûsya û Îranê û jinavbirina DAIŞê çareser dibin. Di pişt re Kurd jî li Sûriyê di welatekî demokrasî de bikaribin bigihin armancên xwe. Em hêvî ne Kurd li Başûr jî bigihin armancên xwe.”
Derbarê rol û pêgeha Amerîka li Sûriyê, Lêkolîner û şaraze di Navenda Ewlehiya Amerîkaya ya Nû li Washingtonê Nicholas A. Heras ji K24ê re got: “Hêz û rola Amerîka li Sûriyê divê wek xwe bimîne û hevahengiyê ligel aliyên navxwe yên Sûriyê wek Kurd û Ereb bihêztir bikin, ta bidestxistina sîstemeke dadperwerane û hikûmetekê ku nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê bike, ji bo careke din rêjîmeke wek ya Esed û zordariyeke wek ya DAIŞê nebin.”