Li Edenê nêzîkî binkeyeke polîsan teqîn rû da
Demjimêr 19.10'ê êvarê li navçeya Seyhana Edeneyê, nêzîkî binkeya polîsan teqînek rû da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê bajarê Edenê nêzîkî binkeyeke polîsan teqîn rûda. Gelek ambulans û otombêlên polîsan bo cihê bûyerê hatin veguhestin.
Demjimêr 19.10'ê êvarê li navçeya Seyhana Edeneyê, nêzîkî binkeya polîsan teqînek rû da. Li gor agahiyan dengê teqînê ji gelek deverên bajarê Edeneyê hat bihîstin.
Piştî teqînê gelek ambulans ber bi cihê bûyerê hatin veguhestin.
Hat ragehandin, gelek polîs û hêzên ewlekariyê jî bo cihê bûyerê hatin veguhestin.