Li Tirkiyê 29 bergumanên DAIŞê hatin girtin

Duh jî di çarçoveya operasyonên li dijî DAIŞê de, nêzîkê 100 kesan hatin girtin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê biryara girtina 46 bergumanên DAIŞê da. Li ser vê fermanê îro berbangê Asayişa Enqerê bi tevlîbûna 500 polîsan li dijî DAIŞê operasyonek berfireh encam da û girte ser malan. Di encamê de 29 bergumanên DAIŞê hatin girtin.

Duh jî di çarçoveya operasyonên li dijî DAIŞê de, nêzîkê 100 kesan hatin girtin.

Li gel nêzîkbûna pîrozbahiyên sersalê, operasyonên li dijî DAIŞê bêtir dibin.

Di sersala derbasbûyî de, li bajarê Stenbolê, di encama êrîşa çekdarekî DAIŞê de, 39 welatî hatin kuştin û 70 kesên din jî birîndar bûn.