Erdogan: Tirkiye ji welatên xwedî petrol û pere pêşketîtir e

Erdogan: Niha Tirkiyê firokeyên çavdêriyê yên bê firokevan çêdike, ku dikarin çekan jî hilbigirin û bi bilindiya 32 hezar pê, bifirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand, ku welatê wî bi gellekî ji wan welatan pêşketîtir e yên ku petrol û pereyên wan hene.

Erdogan di ahenga vekirina dezgeha zansit û teknolojya Tirkî de got: "Îro hûn wan welatan dibînin ku petrol wan heye û pereyên wan gellek in, ji min bawer bikin em bi gellekî ji wan pêşketîtir in".

Herweha Erdogan got: "Lasayikirin paşketin e, divê welatê me dev ji lasayikirin û çavlêketinê berde û divê bibe welatek, ku welatên din çav me bikevin û lasahiya me bikin".

Serokê Tirkiyê diyar kir, ku niha welatê wî firokeyên çavdêriyê yên bê firokevan çêdike, ke dikarin çekan jî hilbigirin û bi bilindiya 32 hezar pê, bifirin.

Jêder: Daily Sebah ya Tirkî