Tirkiye: Hevpeymaniyên 2019an ji niha ve eşkere dibin
Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê biryar e piştî 2 salên din bi rê ve biçe. Lê partiyên siyasî yên Tirkiyeyê ji niha ve hevpeymanên xwe eşkere dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê biryar e piştî 2 salên din bi rê ve biçe. Lê partiyên siyasî yên Tirkiyeyê ji niha ve hevpeymanên xwe eşkere dikin. Li gor daxûyaniya serokên partiyan AK-Partî û MHP hevpeymanê hev in. Beramberî vê jî Iyi Partî û CHP hev digirin. HDP pêgeha xwe zelal nekiriye, lê Koma Civakê Kurdistanê KCK pêşniyar kir ko HDP bila bi CHPyê re hevpeymanî bike.
Ji daxûyaniyên Serokên partiyên siyasî yên Tirkiyeyê wisa xûya dike ko hilbijartinên 2019an a Tirkiyeyê dê bibe hilbijartina hevpeymaniyan. Lewra gelek partiyên siyasî ji niha ve hevpeymanên xwe radigihînin. Di vê çarçoveyê de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dema ji serdana xwe ya Afrîkayê vedigeriya ragihand ko ew digel MHPyê hevpeymaniyek netewî çêkirine û xwedî yek helwest in. Lê divê ew lez nekin. Erdogan parlementerên xwe jî rexne kir û got divê kesên ne berpirs in li ser hevpaymaniya AK-Partî û MHPyê neaxifin. Ji ber ko ew di asta Serokan de danûstandinan dikin.
Beramberî hevpeymaniya AK-Partî û MHPyê tê pêşbînîkirin CHP û Iyî Partî jî hevbigirin. Seroka Partiya Iyî Meral Akşener ragihand ko ew digel CHPyê hevpeymanî nake lê di hilbijartinên Serokomariyê de li dijî Erdoganî dê piştgiriya namzetê CHPyê bike. Meral Akşener herwiha amaje kir ew dixwaze digel Partiya Demokrat û Saadetê hevpeymanî bike.
Di navbera van hevpeymaniyan de pêgeha HDPyê gelek giring e. HDP heta niha ti daxûyaniyek zelal nedaye. Lêbelê Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê KCKyê Besê Hozat ji televîzyoneke nêzikê PKKyê re eşkere kir ko li dijî AK-Partî û MHPyê HDP dikare digel CHPyê hevpeymanî bike.
Dema mirov desthilatdariya PKKyê ya li ser HDPyê bihizire piştî vê daxûyaniya KCKyê hevpeymaniya HDP û CHPyê jî dûr nîne.