Tirkiye û Rusya peymana mûşekên S400 îmzekirin
Bihaya kirîna mûşekên S400 du milyar dolar û nîv e lê Tirkiye dê şûna dolar, Ruble bide Rusyayê
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye û Rûsya li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê peymana kirîna mûşekên S400 îmzekirin.
Bihaya kirîna mûşekên S400 du milyar dolar û nîv e lê Tirkiye dê şûna dolar, Ruble bide Rusyayê.
Kirîna mûşekên S400 di navbera Tirkiye û NATOyê de bûbû sedema qrîzê. Herwiha Amerîka jî di derbarê kirîna S400an de rexne li Tirkiyeyê girtibû
Mûşekên S400 cûreyeka çekan a sîstemên parastina asimanî ne. Heta 400 kîlometreyan menzîla wan heye dikarin balafiran li erdê bixin.