Tirkiye: Amerîkê li Suriyê bi agir dileyize
Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Bekîr Bozdag ji twîtira xwe ragihand ko Amerîka li Suriyeyê artêşek terorê ava dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyeyê radighîne: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Suriyeyê bi agir dileyize.
Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Bekîr Bozdag ji twîtira xwe ragihand ko Amerîka li Suriyeyê artêşek terorê ava dike. Amerîka bi vê armanca xwe bi agir dileyize. Tirkiye dê her gavên pêwîst a li dijî vê pilanê bavêje. Piştgiriya Amerîkayê ya ji bo YPGyê digel hevpeymaniya stratejîk a Amerîka û Tirkiyeyê nagûncive.
Biryar e Amerîka li rojavayê Kurdistanê di pêşengtiya Hêzên Suriyeya Demokratîk de artêşek ji 30 hezar kesan pêk tê ava bike.