Erdogan: Berî Amerîka artêşekê li ser sînor ava bike, emê bifetisînin
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Amerîkayê aşkere kir ku li ser sînorên welatê me dê artêşekê ava dike. Erkê me jî ew e ku beriya ev artêş çê bibe bê fetisandin."
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Amerîkayê aşkere kir ku li ser sînorên welatê me dê artêşekê ava dike. Erkê me jî ew e ku beriya ev artêş çê bibe bê fetisandin."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan li Sîncanê di merasima vekirina Febrîkeya Kazan Soda Elektrikê da axivî.
Erdogan amaje bi wê kir, Amerîkayê eşkere kiriye ku li ser sînorên Tirkiyê artêşekê ava dike. erkê wan jî ew e ku beriya ev artêş çê bibe, bê fetisandin.
Careke din Erdogan bal kişand ser operasyona li dijî Efrîn û Minbicê û got, Artêşa Tirkiyeyê dê di demeke kurt da pirsa Efrîn û Minbicê çareser bike. Amadehiyên wan temam bûn û dê dest bi operasyon bikin.
Ev daxuyaniyên Erdogan di demekê de ne, Berpirsê pêwendiyan di Hevpeymaniya Navdewletî de kolonêl Tomas Veylî ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletî mijûlî pêkanîna hêzekê ye ji bo parastina sînorên Rojavayê Kurdistanê bike.
Tomas got: "Dused û bîst şêwermendên serbazî mijûlî rahênankirina 15 hezar şervanên HSDê ne û armanca wan ew e ku hejmara hêzên sînorî bigehîne 30 hezar şervanî".
Artêşa Tirkiyê hêzeke leşkerî li ser sînorê bi Efrînê re bicih kiriye û car caran artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike gundên Efrînê didin ber topan.