Ji Kerkûk û heta Efrînê, bêdengiya cîhanê li hember destkeftên Kurd

Ji Kerkûkê heta Efrînê êrîş li destkeftiyên Kurdan tên kirin, gelo dinya çima bêdeng e? Li gorî Hamîde Yîgîta pispora Rojhilata Navîn dinya deyndarê Kurdan e, lê dewlet li berjewendiyên xwe difikirin. Mustafa Pekozê pispor jî dibêje, di hevkêşeyên navdewletî de deydarî nîn e berjewendî hene. Dema Kurd yek û bi hêz bin dikarin destkeftiyên xwe biparêzin.

K24 – Stenbol

Ji Kerkûkê heta Efrînê êrîş li destkeftiyên Kurdan tên kirin, gelo dinya çima bêdeng e? Li gorî Hamîde Yîgîta pispora Rojhilata Navîn dinya deyndarê Kurdan e, lê dewlet li berjewendiyên xwe difikirin. Mustafa Pekozê pispor jî dibêje, di hevkêşeyên navdewletî de deydarî nîn e berjewendî hene. Dema Kurd yek û bi hêz bin dikarin destkeftiyên xwe biparêzin.

Çi cara ku destkeftiyên Kurdan bi êrîşan re rû bir û dimînin dinya xwe li bêdengiyekê dipêçe. Kurdan hem li başûr û hem jî li rojava ji bo mirovahiyê têkoşîneke bêhempa dan li hemberî rêxistina hov DAÎŞê, lê piştî referandûma serxwebûnê dinyayê dagirkirina Kerkûkê temaşe kir û bêdeng ma heta piştevanî da Haşdî Şabiyê. Niha jî heman rûdan li Efrînê diqewime û dîsa dinya temaişe dike û li cihê ku temaşe nake jî li pişta operasyonê disekine. Li gorî çavdêra siyasî û pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, ev bêdengiya dinyayê, sedema durûtiyê ye, ya dewletên ku di ser xwîna mirovan re li Rojhilata Navîn tenê li berjewendiyên xwe difikirin. Daxwaz û hêviyên dîrokî û destkeftiyên Kurdan ên li dij DAÎŞê ji bo wan ne amanc in, amûr in.

Çavdêra Siyasî û Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît ji K24ê re wiha axivî: "Kengî Kurdên li başûr xwestin bi îradeya xwe tevbigerin Amerîkayê ew bi tenê hiştin, me ev yek li Kerkûkê dît. Heman tiştî niha em li rojava dibînin. Kurdên ku ji bo plansaziya amerîkayê ya Rojhilatê Firadê kar bikin hevkarên stratejîk in, lê yên li derveyî wê jê re bê wate ne. Ji bo Efrînê jî Amerîkayê got ew der ne kêşeya me ye. Tew dibe ku gavek bi şûnde ji bo Rojhilatê Feradê jî heman tiştî bibêje."

Hamîde Yîgît dibêje, bêgûman gelên dinyayê deyndarê Kurdan in di warê têkoşîna li dij rêxistina wek mar DAÎŞê de. Lê li bal dewletan ev rêgez û exlaq nîn e mixabin. Ew dewletên doh piştevaniya êrîşa Kerkûkê û niha jî piştevaniya operasyona Efrînê dikin, Kurdên xurt naxwazin, Kurdên parçekirî û lawaz dixwazin. Ew hurmetê li ber nirx û hêviyên Kurdan ên dîrokî nagirin.

Bi boçûna Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekozê, heta Kurd di nava xwe de bi stratjiyeke hevpar tevnegerin nikarin di dizayna herêmê de bibin xwedî rolekî.

Mustafa Pekoz dibêje: "Belê Kurdan hem li Başûr û hem jî li Rojava şerekî bêhempa meşandin li dijî DAÎŞê. Gelek destkeftiyên wan jî çêbûn. Lê belê di hevkêşeyên navdewletî de kes xwe wek deyndarê Kurdan nabîne. Her kes li pey berjewendiyên xwe ye. Ji Amerîkayê heta Rûsya û welatên din ên Ewropayê. Ji bo wan, plansaziyên hikûmetên navendî giring in ne nirx û amancên gelên ku li herêmê dijîn."

Bi boçûna Mustafa Pekoz, ger dema Kerkûk hate dagirkirin ji Rojava dengekî xurt bilind bûbûna û bi hezaran şervanî ji bo parastinê berê xwe bida Kerkûkê, heman tişt jî ji başûr bo Efrînê pêk bihata, hingî Kurdan dikaribû hemû hevkêşe û hisabên dinyayê yên li ser erdê xwe serobino bikin. Hingî wê hêzên navdewletî Kurd ji xwe re ne wek amûr wek amancên stratejiyên xwe bidîta û wê Kurdan jî bi hêsanî karibûna destkeftiyên xwe biparêze û nehişta beramberî êrîşan rû bi rû bimîne.