Serokwezîrê Israîlê li dijî hebûna Îranê li Sûrya serdana Rûsya dike
Benjamin Netanyahu: Emê îro li gel serokê Rûsya Vladimir Putin hevrêziya serbazî di navbera Israîl û Rûsya de li nav Sûryê gotûbêj bikin
K24 - Navenda Nûçeyan
Ji bo gotubêjkirina hebûna serbazî ya Îran li Sûryê, îro serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu seredana Mosko dike.
Benjamin Netanyahu ragihand, ewê îro li gel serokê Rûsya Vladimir Putin hevrêziya serbazî di navbera Israîl û Rûsya de li nav Sûryê gotûbêj bike, herweha wê hejmarek ji mijarên girêdayî Rojhilata Navîn, ku ji bo Israîlê giring in behs bikin.
Medya Israîlî jî belav kiriye, ku herdu aliyên Rûsî û Israîlî wê behsa dûrxistina Îranê ji sînorê Israîlê bikin.
Di wê seredanê de her yek ji serokê hewalgirya Israîlê Mosad û şêwirmendê ewlehiya niştimanî li gel Netanyahu bin.