Firokeyeke Rûsî li Idlibê kete xwarê

Fermandarekî ji çekdarên opozîsyonê radigihîne, hêzên wan firokeyeke şer a Rûsî li parêzgeha Idliba Sûriyê xistiye xwarê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarekî ji çekdarên opozîsyonê radigihîne, hêzên wan firokeyeke şer a Rûsî li parêzgeha Idliba Sûriyê xistiye xwarê.

Fermandarekî ji çekdarên opozîsyonê ji kenala “DBA” a Almanî re ragihand, hêzên wan firokeyeke Rûsî ji cura SU 25 li bakurê bajarokê Meret El- Numan xistiye xwarê û niha ew li firokvanê wê firokeyê digerin.

Li gor girtevîdyoyekê de ku li tûra pêwendiyên civakî hatiye belavkirin, tê de diyar dibe dûmanê reş diyar dibe û firokven jî bi pereşûtê tê xwarê.

Li gor ajansên opozîsyona Sûriyê, ew firoke ji navenda Himêmîm a Rûsî li Laziqiyê rabûye.

Ta niha Rûsyayê ti daxuyanî derbarê ketina firokeya wê ya ji cureya SU 25 nedaye.