Yildirim: Em guh nadin rexneyên li operasyonê tên girtin

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, bi armanca çavdêriya operasyona dijî Efrînê çû ser sînor û serdana bajarên Hatay û Kilîsê kir. Yildirim, di Navenda Meşandina Operasyonê de da xuyakirin, operasyon wek hatiye plankirin bi rê ve diçe û ew guh nadin rexne û daxuyaniyên ku li operasyonê tên kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Binalî Yildirim got, "Operasyona Şaxê Zeytûnê wek hatiye plankirin berdewam dike. Carînan jiber rewşa hewayê hin astengî derdikevin, lê ew derbas dibin.”

Serokwezîrê Tirkiyê amaje bi armanckirina tankeke artêşa Tirkiyê ji aliyê YPJê ve kir ku 5 leşkerên Tirkiyê tê de hatin kuştin û got, heta niha xaka Tirkiyê bi zêdetirî 90 carî bi mûşekan hatiye armanckirin.

Lê YPGê avêtina mûşekên berve Kilîs û Hatayê red dike.

Li ser helwesta civaka navdewletî ji operasyona li dijî Efînê got: “Derbarê operasyonê de, ji hin welatan şîrove û daxuyaniyên nebaş tên. Lê ev bo me ne girîng in. Pirsa ewlekariya can û malê welatiyên me be, parastina ewlekariya sînoran be, kî çi bibêje ne girîng e. Li pişt wan kî hebe jî ne girîng e.”

Ji roja 20ê meha derbasbûyî ve, artêşa Tirkiyê li gel hin girûpên çekdar ên opozçsyona Sûriyê dest bi operasyona serbazî ya bi navê (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê kirin.

Berî niha jî Firensa ji Tirkiyê xwestibû ku di operasyona xwe de, ya li Efrînê, xwe ji kuştina sivîlan dûr bike û ragihandibû ku pêwîste ew operasyona Enqerê ne bi mebesta dagîrkirina axa Sûryê be.