Ciwanekî Êlihê hem çanda xwe diparêze û hem jî dide pêşandan

Bi guherîna şert û mercên jiyanê û bi pêşketina teknolojiyê gelek amûrên ku wekî pêdiviyên sereke yên jiyana rojane bûn, niha bûne wekî hêmanên çandî û dîrokî. Ciwanekî Êlihî jî amûrên ku 6 sal in dane hev û din; di cafeya xwe de dide pêşandan ku nifşên nû ji hêmanên xwe yên çandî bi dûr nekevin.

 

K24 - Êlih

Bi guherîna şert û mercên jiyanê û bi pêşketina teknolojiyê gelek amûrên ku wekî pêdiviyên sereke yên jiyana rojane bûn, niha bûne wekî hêmanên çandî û dîrokî. Ciwanekî  Êlihî jî amûrên ku 6 sal in dane hev û din; di cafeya xwe de dide pêşandan ku nifşên nû ji hêmanên xwe yên çandî bi dûr nekevin.

Gelek amûrên ku di sedsala 20. de di jiyane rojane de wekî pêdiviyên sereke dihatin bikaranîn, bi pêşketina teknolojiyê ya bi lez, êdî di jiyana rojane de xuya nakin. Amûrên ku di sedsala 20. de dihatin bikaranîn, niha êdî wekî hêman û berhemên çandî û dîrokî tên dîtin. Ciwanekî ji Êlihê jî ev guherîn ji xwe re kiriye xem û ji bo ku ew amûrên ji hêmanên çanda Kurdan in neyên ji bîrkirin, li gel berhemên dîrokî yên gerdûnî ;  daye hev û di cafeya xwe de dide pêşandan. Ciwanê bi navê Ahmet Çelîk dibêje; amûr û berhemên dîrokî yên ku berhev kiriye, di encama xebateke 6 salî de derketine holê.

Berhevkarê Amûrên Çandî û Dîrokî Ahmed Çelîk li ser vê karê xwe wiha ji K24ê re axivî: "6 sal berê min sere pêykerek ê Kleopatra dît. Min ew li cem xwe hişt û mereqa tiştên entîqe li cem min çêbû. Piştî wê yeke êdî çi tiştê ku dîrokî û çandî be min berhev kir. Ez lig undan geriyam carnan jîş bi pereye xwe min kirî û evder derket holê."

Atmosfera amûrên dîrokî û çandî, hawireke wisa derdixe holê ku mirov wekî ku di nav salên sedsala 19. û 20. de bigere xwe hîs dike. Ahmed Çelîk dibêje; armancên min ew in ku hêmanên çandî û dîrokî yên Kurdan her dem li ber çav bin û kesên ku werin cem min jî xwe di nav aramiyê de hîs bikin.

Ahmet Çelîk dibêje: "Piştî ku min ev berhem berhev kirin. Min got miheqqeq yên ku wekî min mereqa wan li ser van tiştane hene. Min xwest ez van berheman bi mirovan re parve bikim. Bi teybetî min xwest ku nifşên nû van berhemên çandî û dîrokî bibînin da ku ji çanda xwe û dîroka xwe dûr nekevin."

Ahmet Çelîk niha armanceke din daye pêşiya xwe ku dixwaze bi amûrên ku berhev kiriye muzexaneyeke mezin li Êlihê veke û di heman demê de jî bi çîrokên ku ji mezinên xwe bihîstiye, lîstikên şanoyê binivîse û bide pêşandan da ku çanda Kurdan bi bi rêbazên nûjen zindî bihêle.