Fraksiyonên Kurdistanî digel Serokomarê Iraqê civiyan

Roja pêncşema borî Civata Nûnerên Îraqê, bê beşdariya Kurdan projeyasaya budceyê xistin dengdanê, û piştî pejirandina 12 maddeyan, civîn ji bo roja şemiyê hatibû paşxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê Erefat Kerem ji Kurdistan 24 re ragihand, beriya çend demjimêran Fraksiyonên Kurdistanî li mala Serokomarê Îraqê Fuad Mesûm civiyan û Projeyasaya budceyê û pişka Herêma Kurdistanê di nav wê projeyê de gengeşe kirin.

Got jî, beriya civîna Parlemana Iraqê, dê careke din bicivin û tê de biryara yekalîker bidin û encamên wê jî, ji bo ragihandinê eşkere bikin.

Roja pêncşema borî Civata Nûnerên Îraqê, bê beşdariya Kurdan projeyasaya budceyê xistin dengdanê, û piştî pejirandina 12 maddeyan, civîn ji bo roja şemiyê hatibû paşxistin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment