Rûsya: Amerîka li Sûrya terorîstan diparêze

Rûsya: Li navçeyên di destê Amerîka de, terorîst tên biçekkirin û pilan ji bo êrîşên wan tên danîn û ji wir dest bi bicîkirina wan pilanan dikin ji ber ku Amerîka wan diparêze.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê wezîrê berevaniya Rûsya Alexander Fomin ragihand, ku Amerîka hin navçe ji başûrê rojhilatê Sûrya birrî ye û wan weke mertalekê ji bo parastina girûpên terorîst bikar tîne.

Alexander Fomin di dîdarekê de li gel kenaleke Rûsî got: "Em nikarin beramberî wan navçeyên di destê Amerîka de, dilgiraniya xwe nedin xuyakirin, ku ew navçe bi dirêjiya 55 kîlometir dikeve nêzîkî bajarokê Tenef li ser sînorên Sûrya Iraqê, li wê navçeyê jî Amerîka bi awayekî piraktîkî terorîstan diparêze.

Herwiha Fomin got: "Li wan navçeyan jî, terorîst tên biçekkirin û pilan ji bo êrîşên wan tên danîn û ji wir dest bi bicîkirina wan pilanan dikin ji ber ku Amerîka wan diparêze".

Navhatî diyar kir, hêzên Amerîka li wê deverê, nahêlin kerwanên alîkariyên mirovî derbasî nav kampên derdora Tenefê bibin, ji ber wê yekê jî rewşa mirovî li wan kampan ber bi karesatê ve diçe.

N.O

Fly Erbil Advertisment