Erdogan pêşniyara Amerîka ji bo Minbicê aşkere dike
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan aşkere kir, ewê ewlekariya Minbicê ligel Amerîkayê bi awayek hevbeş werbigirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan aşkere kir, ewê ewlekariya Minbicê ligel Amerîkayê bi awayek hevbeş werbigirin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li serdana xwe ya Efrîkayê pirsên di konferanseke rojnamevanî de û got, di heyama Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama de soz ji bo Tirkiyê hatibû dayîn ku YPG li Minbicê namîne û vekişe rojhilatê cemê Ferêt. Lê Obama pabendî soza xwe nebû.
Erdogan da zanîn jî, ev soz jî niha rêveberiya Trump dide. Wezîrê Derve ya Amerîkayê Rex Tillerson di serdana xwe ya dawî de pêşniyar ji bo Tirkiyê kir ku Amerîka dê YPGê ji Minbicê derxe û Tirkiye û Amerîka bi hev re ewlekariya Minbicê werbigrin.
Erdogan da zanîn, wî jî bi şerta ku YPG li Minbicê nemîne û Ereb li wir bicih bibin bi erenî nêzikî pêşniyara Tillerson bûye.
Tirkiye ku ji 20ê meha Çileya bûrî ve dest bi operasyona leşkerî li dijî Efrînê kirine, li ser zarê Serokomarê Tirkiyê û berpirsên bilind dibêjin, operasyona wan ne tenê ji bo Efrînê, lê ta Minbicê jî lixwe digire.
S. B