Trump alîkariya 200 milyon Dolar ya ji bo Sûryê rawestand
Trump ferman daye wezareta derve ya Amerîka, ku alîkariya 200 milyon Dolar, ya ji bo avakirina Sûrya terxan kiriye, were sekinandin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî nûçeya Wall Sitreet Journalê, serokê Amerîka Donald Trump ferman daye wezareta derve ya Amerîka, ku alîkariya 200 milyon Dolar, ya ji bo avakirina Sûrya terxan kiriye, were sekinandin.
Soza alîkariya 200 milyon Dolarî, ji aliyê wezîrê derve yê berê yê Amerîka Rex Tillerson ve, di meha derbasbûyî di civîna Hevpeymaniya li dijî DAIŞê de li Kiwêtê hatibû dayin.
Duh jî Trump ragihandibû ku ewê hêzên welatê xwe ji Sûryê bikişînin.
Li aliyekî din, Koşka Sipî ragihand, ku serokê Amerîka Donald Trump û serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, pêwendiyeke telefonî encam dane.
Li gorî daxuyaniya Koşka Sipî di wê pêwendiyê de, Trump û Erdogan li ser meseleyên navçeyî û hevpeymaniya Tirkiye û Amerîka axivîne û tekez kirine ku divê berjewendiyên hevbeş yên welatên endamên NATOyê bên parastin û pirsgirêk bi danûstandinan bên çarekirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Tirkiyê jî Trump û Erdogan bûyer û pêşhatên dawî yên li Iraq û Sûryê gotûbêjkirine û tekezî li ser hevkariya Tirkiyê û Amerîka kirine.
N.O