Erdogan û Rohanî li ser pirsa Sûriyê dicivin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rohanî civiyan. Mijara sereke ya rojeva civînê krîza Sûriyê ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rohanî civiyan. Mijara sereke ya rojeva civînê krîza Sûriyê ye.
Serokomarê Hesen Rohanî, duh êvarê gehîştibû Enqerê û îro di Koşka Serokomariyê de bi Serokomarê Recep Tayîp Erdogan re civiya.
Hat ragehandin, mijara sereke ya civînê krîza Sûriyê ye û piştî civînê jî, dê Putîn, Erdogan û Rohanê ji bo "Lûtkeya Sêqolî ya Tirkiye-Rûsya û Îranê de" werin ba hev.
Ev civîna sêalî di demekê de, Artêşa Tirkiyê roja 18ê Adara bûrî Efrîn dagîr kir, berpirsên PYD û fermandarê YPGê Rûsya tometbar dikin, ku wê glopa kesk ji Tirkiyê re bo dagîrkirina Efrînê pêxist.
Herwiha Tirkiye jî di çarçova rêkeftinên ligel Rûsya û Îranê hêza xwe li parêzgeha Idlibê zêde dike û xalên çavdêriyê ava dike, ku îro jî karwaneke wê ya leşkerî gihîşt başûrê Idlibê û bakurê Hemayê.
S. B