Trump daxwaza azadkirina Brunson ji Tirkiye dike
Serokê Amerîkayê Donald Trump banga azadkirina keşeyê Amerîkî Pastor Andrew Brunsonî li Tirkiyeyê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîkayê Donald Trump banga azadkirina keşeyê Amerîkî Pastor Andrew Brunsonî li Tirkiyeyê dike.
Trump ji hesaba xwe ya twîtirê li dijî Tirkiyeyê daxûyaniyek tûnd da û got Keşe Andrew Brunson li Amerîkayê kesek camêr û pêşengê mesihiyan e. Lê ew li Tirkiyeyê belasebep tê dadgehkirin û zordestiyê li wî dikin. Brunson bi sîxûrtiyê tê tohmetbarkirin, lê ger Brunson sîxûr be ew ji wî sîxûrttir e. Ew hêvî dike Brunson were azadkirin û vegere cem binemala xwe ya delal.
Keşeya Amerîkî Andrew Brunson sala borî bi tometa endamtiya Tevgera Fetullah Gûlen hatibû girtin û ji bo wî heta 35 salan cezaya zindanîkirinê tê xwestin.
C.B