Canakopoulos: Tirkiye bêjna xwe û siya xwe tevlîhev dike

Hikûmeta Yunanistanê dibêje, Tirkiye di helwestên xwe yên gef û êrişan de pir zêde diçe û divê bejna xwe û siya xwe tevlihev neke

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Yunanistanê dibêje, Tirkiye di helwestên xwe yên gef û êrişan de pir zêde diçe û divê bejna xwe û siya xwe tevlihev neke.

Peyvdarê Hikûmeta Yunanistanê Dîmîtrî Canakopoulos, bo medya welatê xwe axivî û Pevydarê Hikûmeta Tirkiyê bi derewkirinê tometbar kir ku, wan alaya xwe ji Dorava Kerdo neaniye xwarê.

Canakopoulos banga aramî li hikûmeta Tirkiyê kir û got, êrişên ser Yunanistanê êrişên ser sînorên Yekîtiya Ewropayê ne û divê Tirkiye bibîne helwesta êrişkar hêza wan wenda dike û divê Tirkiye bejna xwe û siya xwe tevlihev neke.

 

C.B