berbijêrbûna xwe ya ji bo hilbijartinên Serokomartiyê ragihand

Cigîrê Serokê CHPê Oztruk Yilmaz berbijêrbûna xwe ya ji bo hilbijartinên Serokomartiyê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cigîrê Serokê CHPê Oztruk Yilmaz berbijêrbûna xwe ya ji bo hilbijartinên Serokomartiyê ragihand.

Ozturk Yilmaz li parlementoya Tikriyê ji rojnamevanan re axifî û da zanîn, ku wî nêrînên xwe yên di derbarê Hilbijartinên Serokomartiyê de ji Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re parve kiriye û gotiye: Ger Kiliçdaroglu nebe nazmet ew namzetê serokomartiyê ye.

Ozturk Yilmaz  amaje bi wê yekê kir, ew ji ti kesî natirse û kîvroşk nabin berbijêr.

Ozturk Yilmaz 11ê Hezîrana 2014an ku balyozê Tirkiyê yê Mûsilê bû, ligel 43 kesan ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin. Yilmaz piştî 101 rojan di 20ê Îlona 2014an de ji aliyê wê rêxistinê ve hatibû berdan.

CHP heta niha berbijêrê xwe ya ji bo hilbijartinên Serokomartiyê diyar nekiriye.

Li Tirkiyê roja 24ê Hezîranê hilbijartina pêşwext dê bi rê ve biçin.

 

S. B