Rûsya bi tundî li dijî pilana Amerîka li Sûryê radiweste

Berpirsên Rûsî: Şandina hêzê ji aliyê welatên Qeter, Siûdiyê û Misrê ve ji bo Sûrya, bi destpêşxeriya Amerîka ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Du berpirsên pile bilind yên encûmena federal ya Rûsya eşkere kirin, ku Mosko bi tundî li dijî hatina hêzên welatên Erebî ye ji bo Sûrya, ku berî niha ji aliyê serokê Amerîka Donald Trump ve hatiye behskirin.

Sînatorê Rûsî Îgor Morozov di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku pilana belavkirina hêzên Erebî li bakurê Sûryê yasayên Netewên Yekgirtî binpê dike.

Herwiha ragihand, ku şandina hêzê ji aliyê welatên Qeter, Siûdiyê û Misrê ve ji bo Sûrya, bi destpêşxeriya Amerîka ye.

Ji aliyê xwe ve, sînatorê Rûsî Frans Klintistvîç ragihand, ku şandina wê hêza Erebî ji bo Sûrya, tenê wê nakokî û alozî û qurbaniyan zêde bike.

Frans Klintistvîç di daxuyaniyekê dedibêje: "Axaftinên wezîrê derve yê Siûdiye metrisiyeke rastiyane ye, Siûdiye û Qeter ber bi karên neyasayî ve han dide, ew jî karekî nerast e, ji ber ku Riyad zane ew kar ti encameke baş li pey xwe nayne".

Berî niha wezîrê derve Adil Cubêr ragihandibû, heger Qeter naxwaze piştevaniyên Amerîkî ji dest bide, divê hêzên xwe li Sûryê bi cih bike.

 N.O