Amerîka derbarê mûşekên S400 hişyariyê dide Tirkiyê

Mike Pompeo daxwaz ji Çawîşoglû kirye, ku pêwîst e Tirkiye li şûna Rûsya, çekan ji Hevpeymana NATOyê bikire.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsekî Amerîkî ji Ajansa Reutersê re ragihand, dema ku wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo li Brukselê li gel wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû civiya, derbarê kirîna mûşekên S400 dilgiraniya welatê xwe da xuyakirin û hişyarî da Tirkiyê.

Heman berpirsî diyar kir, ku Mike Pompeo daxwaz ji Çawîşoglû kirye, ku pêwîst e Tirkiye li şûna Rûsya, çekan ji Hevpeymana NATOyê bikire. 

Berî niha serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di civîna xwe ya vê dawiyê de, li gel serokê Rûsya Vladimir Putin, tekez kir ku welatê wî ji bo kirîna mûşekên S400, rêkevtin li gel Rûsya kiriye û gotûbêj li ser vê mijarê nema tê kirin.

N.O