Platforma Sûrê: Bila qedexeyên li ser Sûrê bên rakirin

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sûr di nav mîrateyên cîhanî de cihê xwe digire û bêmirovkirina Sûrê sûcê mirovahiyê ye.

K24 – Diyarbekir

Platforma Ji Hilweşîna Sûrê Re Na, digel parlementerên HDP û CHP’ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Sûr di nav mîrateyên cîhanî de cihê xwe digire û bêmirovkirina Sûrê sûcê mirovahiyê ye. Ji bo piştgiriya daxuyaniyê digel siyasetmedaran, gelek nivîskar, hunermend û akademîsyenan jî cihê xwe girt. Di daxuyaniyê de hat gotin ku; bila veguhestina Heskîfê raweste, Çemê Dîcleyê were parastin û qedexeyên li Sûrê werin rakirin.

Li Diyarbekirê ji aliyê Platforma Ji Hilweşîna Sûrê Re Na ve daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de girîngiya avaniyên dîrokî hat destnîşankirin. Endamên platformê hem ji bo avaniya dîrokî ya navçeya Sûrê, hem ji bo Heskîfê, hem jî ji bo Çemê Dîcleyê ku destwerdan lê neyên kirin, bi yekgirtiyên xwe re daxuyandin ku ew li dijî hewilên destwerdana mîrateyên dîrokî ne. Hat ragihandin ku di encama xebatên wan de 28’ê Nîsanê wekî; ‘Roja Kureyî ya Sûr û Heskîfê’ hatiye destnîşankirin.

Ji bo daxuyaniya ku li Mala Dengbêjan a Diyarbekirê hat dayîn; parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Parlementerên HDP’ê Huda Kaya, Garo Paylan, Feleknas Ûca, Îmam Taşçier, Sîbel Yîgîtalp û gelek rêveberên HDP’ê û DBP’ê beşdar bûn. Hunermendê Kurd Ferhat Tûnç jî digel akademîsyen û hunermendan tevlî daxuyaniyê bû û wî jî bang kir ku rê ji xelkê Sûrê re vebibe ku vegere cih û warê xwe.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberên Platformê Buşra Cîzrelîogullari û Talat Çetînkaya ve hat dayîn de hat xwestin ku veguhestina Heskîfê raweste, Çemê Dîcleyê were parastin, qedexeyên li Sûrê werin rakirin û her kes li çand, dîrok û xwezaya bajêr xwedî derkeve. Di Dema şerê xendekan de piraniya Sûrê hat hilweşandin û ji Kanûna 2015’an û bi vir ve ye hîn jî li ser 55 taxên Sûrê qedexe didomin.