IFEX kampanya imzeyan ji bo Mamoste Eyşe destpêkir

Rêxistina sîwanî ya ji 120 rêxistinan zêdetir ên mafên mirovan IFEX ji bo serbestberdana Mamoste Eyşe Çelik a Diyarbekrî kampanya imzekirinê li seranserî cîhanê destpêkir

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina sîwanî ya ji 120 rêxistinan zêdetir ên mafên mirovan IFEX ji bo serbestberdana Mamoste Eyşe Çelik a Diyarbekrî kampanya imzekirinê li seranserî cîhanê destpêkir.

Eyşe Çelik di bernameyek telewizyonî ya Tirk de bi telefone amade bû bû û daxwaza xwe ya – rawestandina kuştina zarokan anîbû ziman. Dadgeha Tirk ev daxwaza Çelik di çarçoveya bangeşeya rêxistina terorê de binav kir û berî biqasî 10 rojan bi zaroka wê ya 6 mehî ve ev zindanî kir.

IFEX kiryara Dadgeha Tirk protesto dike û daxwaza komkirina imzeyan li seranserê cîhanê dike, ku radestî Wezareta dadwerî ya Tirkiye bike û bi vî awayî helwêsta mirovan a seranserê cîhanê nîşanî birêvebirên desthilata Tirkiye bike.

 

 

C.B