Partiya Saadetê namzetê xwe aşkere kir
Partiya Saadetê namzetê xwe yê hilbijartinên Serokomartiyê aşkere kir. Partiya Saadetê Serokê xwe Temel Karamollaoglu wekî namzetê Serokomariyê diyar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Saadetê namzetê xwe yê hilbijartinên Serokomartiyê aşkere kir. Partiya Saadetê Serokê xwe Temel Karamollaoglu wekî namzetê Serokomariyê diyar kir.
Îro li Paytexta Tirkiyeyê Enqereyê Partiya Saadetê bi civîneke rojnamevanî namzetê xwe yê hilbijartinên Serokomariyê ji raya giştî re ragihand, Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu bû namzetê hilbijartinên Serokomariyê.
Herwiha ji aliyekî din ve, Peyvdarê CHPê Bûlent Tezcan jî ragihand, ewê namzetê xwe yê Serokomariyê di roja Îniyê demjimêr 10:00an de aşkere bikin.
Ji bo namzetên CHPê jî navê kesên wekî Parlementerê CHPê Îlhan Kesîcî û Şaredarê Eskîşehîrê Yilmaz Buyukerşen derdikevin pêş.
S. B