Îsraîl biryara ragihandina şer dide 2 kesan
Kinîsîta Îsraîlê yasayeke nû pesend kir, tê de desthilat da 2 berpirsên bilind ta bi hev re û bê vegera ji wezîrên din re biryara ragihandina şer bidin. Ew jî Serokwezîr û Wezîrê Bergîriyê ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Kinîsîta Îsraîlê yasayeke nû pesend kir, tê de desthilat da 2 berpirsên bilind ta bi hev re û bê vegera ji wezîrên din re biryara ragihandina şer bidin. Ew jî Serokwezîr û Wezîrê Bergîriyê ne.
Ev gava Kinîsîta Îsraîlê (Parlemanto) di demekê de ye, alozî û girjî li navçê zêde bûne, bi taybet jî di navbera Îsraîl û Îranê li Sûriyê de, ku çend caran binkeyên Îranê li Sûriyê bomebaran dike.
Li gor yasaya nû, “di rewşa tund de” her yek ji Serokwezîr û Wezîrê Bergîriyê dikarin hikûmeta biçûk pêk bînin û tê de desthilata ragihandina şer heye, bêyî ku vegerin ji nerîn û rayên kesên din û aliyekî sêyemîn re.
Ev gava Îsraîlê di demekê de tê, roja 9ê Nîsana bûrî Îsraîlê êrîşî li ser binkeya T4 ya Sûrî kiribû, di encamê de 7 pasdarên Îranî hatibûn kuştin.
Piştî kuştina 7 pasdarên Îranî jî Iranê ragihandibû ku ev kiryara Îsraîl bêbersiv namîne.
Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman dibêje: “Heger Îran êrîşî Til Evivê bike, emê li Tehranê bidin, heger aramî li Tel Eviv û Îsraîlê nemîne, dê li Tehranê jî nemîne.”
S. B