Rêxistinên Mafên Mirovî: Girtiyên ENKS berdin
Rêxistinên Mafên Mirovan li Sûriyê berdewamiya kuştin û brîndarkirina sivîlan, herweha girtina serdkirdeyên ENKS şermezar dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistinên Mafên Mirovan li Sûriyê berdewamiya kuştin û brîndarkirina sivîlan, herweha girtina serdkirdeyên ENKS şermezar dikin.
Rêxistinên Mafên Mirovan li Sûriyê di daxûyaniyeke hevbeş de, piştgîriya xwe ji malbatên kuştî û brîndaran re, yên ku di vê dema dawî de li Sûrîyê bûn e qurbanî nîşan dan. Herweha girtina serkirdeyên ENKS ji aliyê Asayişa rojavayê Kurdistanê ve jî şermezar kir. Daxwaza xwe anî ziman ku, di zûtirîn dem de werin berdan. Herweha daxwaza rakirina dorpêçê li ser deverên dorpêçkirî li Sûriyê, kir.
Di daxûyaniyê de hatiye jî, ku berdewamiya girtin û kuştina kesên bê guneh li dijî yasayên navdewletî yên mafên mirovan e ,û divê ev kiryar bi her awayekî werin rawestandin.
C.B