Almanya lidarxistina kempînên hilbijartinên Tirkiyê li nav welat qedexe kir
Wezrareta Derve ya Tirkiyê rexne li biryara Hikûmeta Almanya kir, ku bangeşeyên hilbijartinên Tirkiyê li welatê xwe qedexe kiriye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Tirkiyê, serokê wî welatî Recep Tayip Erdogan û berpirsên partiya wî, di çarçoveya hilbijartinên 24ê Hizêranê de, nikarin li Almanya li gel welatiyên Tirkiyê bicivin û mitîngan lidar bixin.
Wezrareta Derve ya Tirkiyê herwiha rexne li biryara Hikûmeta Almanya kir, ku bangeşeyên hilbijartinên Tirkiyê li welatê xwe qedexe kiriye û di daxuyaniya xwe de Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje: Nabe mitîng û bangeşeyên hilbijartinan bên qedexekirin û ev yek li dijî demokratiyê ye. Divê dengdêr bizanin ji bo çi diçin ser sindoqan.
Berî niha jî Almanya bangeşeyên hilbijartinên Tirkiyê li nav axa xwe qedexe kiribû.
N.O