Mensûr Barzanî: Pêşmerge bi xwîna xwe xelkê sivîl parast
Fermandarê Leşkerê Taybet Yek û Gulan Mensûr Barzanî dibêje, ew ên ku tometan ji bo pêşmerge durist dikin ne Kurd in û nikarin li Bexdayê bibin nûnerên Kurdan û berevaniyê di ber mafê gelê Kurd de bikin

K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarê Leşkerê Taybet Yek û Gulan Mensûr Barzanî dibêje, ew ên ku tometan ji bo pêşmerge durist dikin ne Kurd in û nikarin li Bexdayê bibin nûnerên Kurdan û berevaniyê di ber mafê gelê Kurd de bikin.
Herweha anî ziman ku, Pêşmerge bi xwîna xwe berevanî di ber xelkê sivîl de kir. Da zanîn, azadiya niha li Kurdistanê heye, berhemê xwîna şehîdên Pêşmerge ye.
Girêdayî dengdayin a Pêşmergeyan di hilbijartinên Iraqê de, got ku, Pêşmerge di hilbijartina xwe de azad e.
C.B