Tîma lêkolînê derbarê bikaranîna çekên kîmawî li Dûma karên xwe bidawî kir
Frensa pirojeyeke nû derbarê mîkanîzma lêkolînê pêşkêş kiriye û têde pêşinyar dike, ku aliyê berpirs li ser êrîşa Dûmayê bê destnîşankirin.

K24 - Navenda Nûçeyan
Tîma Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, ya ku ji bo encamdana lêkolînan derbarê bikaranîna çekên kîmawî li bajarê Dûma hatibû erkdarkirin, îro karên xwe bidawî anî.
Wê tîmê derbarê karên xwe li Dûmayê ragihand, ku piroseya şirovekirina wan nimûneyên ku li bajarê Dûma bi dest wan ketine, wê nêzîkî mehekê dirêj bike.
Li gorî zanyariyan, erkê tîma rêxistina navhatî piştrast bike, ku çekên kîmawî li Dûma hatine bikaranîn yan na, lê diyarkirina aliyê berpirs li ser êrîşa kîmawî ne ji erkên wê rêxistinê ye.
Derbarê vê yekê jî, Hikûmeta Frensa pirojeyeke nû derbarê mîkanîzma lêkolînê pêşkêş kiriye û têde pêşinyar dike, ku aliyê berpirs li ser êrîşa Dûmayê bê destnîşankirin.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ji 41 endaman pêk tê û ji bo pesendkirina her biryarekê, pêwîstiya wê bi 27 dengan heye, derbarê şerê li Sûryê û bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlan, heya niha wê rêxistinê, nekariye ti biryarekê bistîne.
N.O