Amerîka pêşinyara qedexekirina firotina çekan ji bo Tirkiyê gotûbêj dike
Ji bilî Tirkiyê, pirojebiryara Amerîkî, li ser kongirêsê pêşinyar kiriye, ku Pentagon sizayên nû li ser Rûsya û Çînê jî bisepîne.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî Ajansa Reutersê, biryar e hefteya dahatî Kongirêsa Amerîkî pirojebiryareke taybet bi Tirkiyê gotûbêj bike û têde hatiye pêşinyarkirin ku Hikûmeta Amerîkî nema çek û teqemeniyan bifiroşe Tirkiyê.
Herwiha hejmareke kongirêsmanan raporek li ser pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê amade kiriye, di wê raporê de, ku biryar e li Kongirêsê were xwendin, behsa wê yekê hatiye kirin, ku bi awayekî demekî firotina çekan ji bo Tirkiyê bê rawestandin.
Ji bilî Tirkiyê jî, wê pirojebiryarê, li ser kongirêsa Amerîkî pêşinyar kiriye, ku Pentagon sizayên nû li ser Rûsya û Çînê jî bisepîne.
Piştî ku her yek ji Tirkya û Rûsya lihev kirin, ku Mosko mûşekên S400 radestî Enqerê bike, nakokiyên mezin di nav Tirkiyê û Amerîka de derketin.
Herwiha Hevpeymana NATO jî dilgiraniya xwe li ser rêketina Tirkiya û Rûsya da xuyakirin û ji Tirkiyê re tekez kir, ku çênabe çekan bêyî razîbûna NATOyê ji Rûsya bikire.
Beramberî vê rewşê, berî çend rojan wezîrê bergiriya Amerîka James Mattis ragihand, ku welatê wî amade ye sîstemeke mûşekî bi heman karînên mûşekên S400 radestî Tirkiyê bike, di beramber de, divê Tirkiye mûşekên S400 ji Rûsya nekire, lê Tirkiyê ragihand, ku ew ji rêketina xwe li gel Rûsya venagere.
N.O