Buldan: Demîrtaş take namzet e dikare aştî û demokrasiyê li Tirkiyê bicîh bike

Parlamenterên HDPê, bi awayekê girseyî bo namzetiya Selahetîn Demîrtaş serî li Desteya Bilinda Hilbijartinê dan. Hevseroka HDPê Perwîn Buldan da xuyakirin, Demîrtaş take namzet e ku dikare bo civaka Tirkiyê aştî, azadî û demokrasiyê bicîh bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan û gelek parlamenterên HDPê bo namzetiya Demîrtaş li Enqerê serî li Desteya Hilbijartinê ya Tirkiyê dan.

Buldan piştî serîlêdanê da xuyakirin, Demîrtaş salek û nîv e di zîndana Edîrneyê de barimte ye. derbarê wî de ti biryareke sizayê nîn e. Ji ber vê pêwîst e demildest bê berdan ku li hember namzetên din yên serokomariyê bikaribe pêşbirkê bike.

Buldan balkişand ser hevgirtina dijbereya Tirkiyê ku HDP negirtiye nav xwe û da xuyakirin, ev şermezariyeke mezin e, desthilat û dijber bi hev re dixwazin HDPê di bin benda hilbijartinê de bihêlin, lê baweriya wan ew e ku dê ev bend bê hilweşandin.

S. B